Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Hezretê Ayetullah Xamineyî erkên sereke yên Saziya Dadweriyê wek parastina mafên gel, vejiyandina mafên gelemperî, têkoşîna dijî gendeliyê, bicihanîna dadmendiyê û çavdêriya ser bicihhatina qanûnê zanî û ragihand: Serkeftina di vê rêkê da dê pêbaweriya gelemperî zêdetir bike. Wî tekez kir: Guherîna di saziya dadweriyê da divê ji qonaxa plan û belgenameyan derbas bibe û di pratîkê da, bi kêmkirina binpêbûna mafan, lezandina dadbîniyan, xurtkirina destpakiya dadweran û destpêgihîştina hêsantir a gel bo dadmendiyê xuya bibe; bi awayekî ku gel Saziya Dadweriyê wek sitargeha xwe bizane. Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha teqezî li ser şopandina mafên gelê Îranê li hember tawan û destdirêjiyên dijminan kir û daxwaza vekolandina ciddî ya dadwerî û navneteweyî ji bo van dosyeyan kir. Wî di dawiyê da, rêya pêkhatina dadmendiyê û têkoşîna dijî zilm û gendeliyê hewcedarê wêrekî, hewildan, tewqa, vebirrî û sûdwergirtina ji teknolojiyên nûjen zanî.
Rêberê mezin ê Şoreşê di peyamekê da bi boneya Hefteya Saziya Dadweriyê, ev sazî wek cîgeheke kêmmînak û bêbedêl ji bo çaksazî û baştirkirina pêvajoya karûbaran û meşandina beşên din ên pergalê zanî û ser pêwîstiya dewama pêvajoya çaksazî û nûvekirinê li hundirê Saziya Dadweriyê pêgirî kir.
Your Comment